MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR - Rewşa weşangeriyê li bakur: 117 kitêb hatine qedexekirin

33:09
 
Paylaş
 

Manage episode 291989150 series 2895589
Podcast Kurdi tarafından hazırlanmış olup, Player FM ve topluluğumuz tarafından keşfedilmiştir. Telif hakkı Player FM'e değil, yayıncıya ait olup; yayın direkt olarak onların sunucularından gelmektedir. Abone Ol'a basarak Player FM'den takip edebilir ya da URL'yi diğer podcast uygulamalarına kopyalarak devam edebilirsiniz.

Weşangerên kurd rastî çi astengî û zehmetiyan tên? Wezareta Çandê li hemberî weşanxaneyên kurd, xwedî helwêsteke çawa ye? Weşangerên kurd berhemên xwe çawa belav dikin? Rewşa Awarte û pandemiyê bandoreke çawa li weşangeran kir? Binpêkirinên di vî warî de pêk tên çi ne?

Di beşa nû ya Derkenarê de Mevlüt Oğuz bi lêkolîner Reha Ruhavîoglu, di çarçoveya ‘Rapora Şopandina Rewşa Weşangeriya Çandî ya Kurdî: Du gavan bi pêş ve, gavekê bi paş ve’ li ser rewşa weşangeriyê û binpêkirina mafan axiviye.

Ruhavioglu dibêje, rewşa weşanxaneyan bi guhertina polîtîkayan re guheriye. Zêdetirî 100 kitêbî piştî bidawîkirina ‘pêvajoya çareseriyê’ hatine qedexekirin: “Ji 2009an û vir ve 12 jê bi kurdî, herî kêm 117 kitêb hatine qedexekirin. Ji van 117 kitêban 102 kitêb yên Aramê û 15 jî yên Avestayê ne.”

195 bölüm